Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Girtîgeheke Yemenê bi Dehan Kes di Êrîşên Esmanî de Têne Kuştin


Êrîşên esmanî yên koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî îro Yekşemê girtîgeheke parêzgeha Dhamar a başûrê rojavayê Yemenê kir armanc û di encamê de herî kêm 52 kes hatin kuştin, li gor berpirsan û wezareta tenduristî ya serhildêran.

Berpirsan got êrîşan zanîngeheke bajarê Dhamar kir armanc, ku serhilrên Hosî wê wek girtîgeh bi kar tînin. Dhamar derdora 100 kîlometir li başûrê Senaa ya paytex e.

Ev girtîgeh yek ji dehan girtîgehan e ku serhildêrên Hosî li navçeyên di bin kontrola xwe de wan bi rê ve dibin.

Ev êrîş bûn di demekê de ku wezîrê derve yê Swêdê li welatê Urdunê axaftin li dar dixistin ji bo jinûvedestpêkirina axaftinan di navbera hikûmeta Ebid Rebo Mensûr Hadî û Hosiyan de.

Wezareta tenduristî ya Hosiyan di daxuyaniyekê de got herî kêm 60 kes di êrîşan de hatin kuştin û 60 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG