Berpirsên Yemenî û serkirdeyên êlî dibîjin serkirdeyekî mezin ê El-Qaîde di şerekî de li parêzgeha Marib hate kuştin.
Wan îro Şemiyê ji ajansa Associated Press re got Xalib El-Zeydî hefteyekê berê di şerekî hêzên hikûmetê de dijî serhildêrên Hosî hatibû kuştin .
Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nîne.
Wan agahiyên berferehtir li dor kuştina El-Zeydî dabîn nekir.
Tê zanîn, koalisyona bi serkirdayetiya Erebistan Saudî, ku Amerîka piştgiriya wê dike, ji meha Adara 2015an ve şerê Hosiyan dike.
El-Qaîde ya nîvgirana Erebî li Yemenê tê dîtin wek şaxê herî metirsîdar di nava tora vê gurûpa terorîst de, lê di şerê ji bo têkbirina Hosiyan de, çekdarên El-Qaîde li heman aliyê koalisyonê şer dikin.