Berpirsên Yemenî dibêjin şer li derdora bajarê Hodeida gur bûye û bêhtirî 150 kes di dawiya heftê de ji herdû aliyên dijber hatine kuştin.
Wan îro Yekşemê got êrîşên esmanî û topên deryayî bingehên serhildêran li derdora bajarê qeraxa Derya Sor kirin armanc.
Berpirsan ji tirsa tolvedanê nexwest navên xwe diyar bikin.
Şerekî giran her wiha li parêzgehên Bayda û Saada jî bûye.
Yemen ji sala 2015an ve rastî şerekî navxweyî bûye, ku serhildêrên Hosî herêmên bakur dagîr kirin û bi darê zorê hikûmet derxist derve.
Koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî, piştgiriya hikûmeta derve dike û helmeteke êrşên esmanî dijî Hosiyan birêve dibe.