Hosiyên Yemenê îro Şemiyê dest bi vekişîna ji bajarê Hudeyda kir li gor rêkeftineke aştiyê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî.
Serokê komîta hevrêziya Neteweyên Yekgirtî ya jinûve belavkirinê Michael Lollesgaard doh Înê ragihand ku wê vekişandin roja Şemiyê dest pê bike û roja Sêşemê jî dawî bibe.
Wî got komîtê bixêrhatina gava Hosiyan a vekişînê kir û got ev gava pratîkî ya yekem a rêkeftinê ye.
Lollesgaard got pêwîst e piştî vekişînê kiryarên zelal û rijdî ji aliyê hemî aliyan ve bên cîbecîkirin û hemî pêgirî bên pêkanîn.
Lollesgaard anî ziman ku cîbecîkirina rêkeftina Hudeyda wê alîkar be di gihandina alîkariya de bo milyonan xelkê sivîl li Yemenê.
Neteweyên Yekgirtî got ewê berdewam be di piştgiriya vê armancê de û wê kar bike ji bo vegerandina aştî û seqamgîriya Yemenê.