Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Derbarê Biçek Kirina Hosîyan Îranê Şermezar Dike


Qesra Spî bang li Netewên Yekbûyî dike daku derabrê rolê Îranê yê biçek kirina milîtanên Hosî yên li Yemenê, lêkolîn bike, tê gotin ku, hikûmeta Îranê bi armanca gehiştina meremên xwe li herêmê şerî gûr dike.

Erebistana Saûdî ya hevpeymana Amerîka, Îranê derbarê biçek kirina Hosiyan li Yemenê tawanbar dike, di nava çekên ku, Îran dide Hosîyan mûşekên dûravêj jî hene, bi taybet piştî berî çend rojan mûşekek Hosîyan firîngeha Riyad kir bû aramanc.

Erebistana Saûdî pêşengiya hevpeymaniya Erebî dike li dij milîtanên Hosî li Yemenê, Saûdî dibêje zêdegaviyên Îranê yên vê heftiyê weke "ragihandina şer tên dîtin".

Qesra Spî di daxûyaniya roja Çarşemê de, piştevaniya xwe jibo Erebistana Saûdî û hevpeymanên li herêmê tekez dike û dide zanîn ku, Îranê qedexe û sizayên Netewên Yekbûyî bi veguhastina çekan binpê kirine.

Herwiha di daxûyaniyê de hatîye ku, "Êrîşa Hosîyan ya mûşekan bo ser Erebistana Saûdî yên ji aliyê Zêrevanên Şorişa Îranê "Heres Sewrî" ve hatîne berhemanîn ewlekarîya herêmê û hewildanên Netewên Yekgirtî bo bidawî anîna aloziyan têxe metirsîyê".

Îran piştevaniyê dide Hosîyan, lê red dike ku, çekan dide wan, wezîrê derve yê Îranê Mohammad Javad Zarif doh bi riya çend twîtan rexne li Erebistana Saûdî girtin û ew bi aloziyên li Yemenê tên berdeweam kirin tawanbar kir.

Erebistana Saûdî pêşengiya hevpeyamniya li dj Hosîyan dike li Yemenê, ji Adara sala 2015an de heta nihe bi berdewamî êrîşên esmanî li Yemenê encam dane, Netewên Yekgirtî di raportên xwe de, dabû eşkere kirin ku heta nihe 14,000 sivîl bûne qûrabna wan êrîşan, di nava gûrbaniyan de 5,000 kes hatine kuştin û 8,900 kes birîndar bûne.

Ji sedema êrîşa mûşeka Hosîyan bo ser axa Erebistana Saûdî, desthilata Riyadê Şemiyê bersiv da û rêyên esmanî, bejahî û avî liser Yemenê girtin.

XS
SM
MD
LG