Lînkên eksesibilîtî

Hosî Dibêjin Serokê Berê Yê Yemenê Alî Abdullah Salih Hatiye Kuştin


Şer li paytexta Yemenê Sana'a

Hat Nû Kirin: Mesîre TV ya Hosîyan li Yemenê daxûyanîya wezareta Navxwe ya Hosîyan weşand û tê de hatîye ku, Alî Abdullah Salih Serokê berê yê Yemenê hatîye Kuştin, herwiha hin wêne di Mediya Civakî de hatine weşandin wênek tê de dixweyê tê gotin ku, ew yê Abdullah Salih e û hatiye kuştin, lê ti çavkaniyek serbixwe ekuştina Salih tekez nekirîye.

Xwecihên bajarê Sana'a li Yemenê dan znaîn ku, çekdarên Hosî mala serokê berê yê Yemenê Abdullah Salih roja Duşemê bombekir û teqand, cihê ku Abdullah Salih lê dimîne hêjî nediayare.

Alîgirên Abdullah Salih di şerê 6 rojên bûrî de, gelek cih ji dest dane, yên ligel çekdarên Hosî yên ji aliyê Îranê ve tên piştevanî kirin qewimî bûn.

Abdullah Salih berî sê salan hevpeymaniyek ligel çekdarên Hosî pêkanî bû, aligirên Salih û Hosîyan bihevre li dij hevpeymaniya leşkerî ya Yemenê şer dikir, ya ku bi serokatiya Erebistana Saûdî.

Hin ajansên girêdayî Îranê dabûn zanîn ku mala Abdullah Salih hatîye peqandin û ew jî hatîye kuştin, lê çavkaniyên Partiya "Kongira Milî ysa Giştî" ku, Salih serokatiya wê dike dan zanîn ku nûçeyên kuştina serokê partiya wan nerast in, yek ji berpirsên partiya A.Salih dibêje, "Ew niha pêşengiya şerên dijwar dike li bajarê Sana'a".

Ji hejî bîrxistinê ye ku ev çend rojîn, li paytext Sana'a şerekî dijawar di navbera alîgirên Abdullah Salih û çekdarên Hosî de heye, tê gotin ku, alîgirên Salih roja Duşemê di wan şeran de pêş ketine, çekdarên Hosî, bingehên xwe û malbatên xwe bo Sa'ada li bakur vediguhêzin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG