Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hosiyên Yemenê Dibêjin Wan Êrîşê Enîyên Ser Sînorê Erebistana Saudî Kiriye


Yemen's Houthi movement
Yemen's Houthi movement

Tevgera Hosîyên Yemenê îro Şemîyê dîmenên vîdeoyî weşandin ku nîşan didin ku çekdarên wê êrîşê enîyên li ser sînorê Erebistana Saudî dikin.

Medyaya di bin kontrola Hosîyan îda kir ku hêzên tevgara wan, hejmareke leşkerên Saudî hatine girtin û kuştin.

Berdevkê koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî di derbarê ev ragihandina Hosîyan de heya niha bersîv nedaye daxwaza Reuters ya şîrovekirinê.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî ev şeş sal in ku bi rexistina Hosîyan re, şer dike.

Televîzyona El Masirah ku ji hêla Hûsîyan ve tê birêvebirin, li ser Twitterê ji zarê çavkanîyekî leşkerî ragihand ku zêdetirî 80 leşkerên Saudî û hêzên 'bidrav' yên Sûdanî hatine kuştin yan birîndar bûne.

Hevdem, Televîzyona El Masirah got ku di operasyona li derûdora El Khoubah ya herema li herêma Jazan ya başûrê Erebistana Saudî de jî , bi dehan leşker hatine desteser kirin.

Heke were piştrastkirin, ev êrîş dê hewildanên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Amerîka bo avakirina agirbestekî li heremê bêtir tevlihev û dijwar bike.

Şerê li Yemenê bi berfirehî mîna wekî şerekî bi wekalet ya di navbera Erebistana Saudî û Îranê de, tê nirxandin.

Hin dîmenên vîdyoyê yên li ser hesaba Telegramê ya El Masirah, ku rastbûna wan ji hêla Reuters ve bi serbixweyî nehatiye piştrast kirin; nîşan didin ku zilamên bi cilûbergên leşkerî dema ku ji heremekî çiyayekî bi zinaran direvin, dijî wan gulebaran tê kirin.

Hêzên Sûdanî wek beşek ji hevalbendîya leşkerî ya ku Erebistana Saudî pêşengîyê dike, piştî ku Hosîyan hikûmeta ku bi navneteweyî tê nas kirin- ji paytext Sana derxistin, di Adara 2015'an li Yemenê hatin bicîh kirin.

Lê, Hosîyên Şîa yên bi piştgirîya Îranê piranîya Bakurê Yemenê kontrol dikin
Şerê navxweyî yê li Yemenê di Adara 2015’an de destpê kiribû.

Şerê bi salan ya li Yemenê bu sedema kuştina bi hezaran mirovan û welat anî ber hilweşandineke tevahî.

XS
SM
MD
LG