Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Çekan Dişîne Yemenê Bo Hûsîyan


Hêzên deryayî yên Amerîka, dema dest bi ser hin çekan de girtî di keştiyek masîgiran de li bakurê derya Arabî.
Hêzên deryayî yên Amerîka, dema dest bi ser hin çekan de girtî di keştiyek masîgiran de li bakurê derya Arabî.

Rojnama The Wall Street Journal ragihand ku Neteweyên Yekgirtî bi hezaran çek dîtine ku vê dawîyê li Deryaya Ereban hatine desteserkirin ku îhtîmal e ji bendereka Îranê hatine, ku dibe delîlek Tehran çekan dişîne Yemenê û deverên din.

Yemen ji sala 2014an û vir ve di nava şerekê navxweyî û rewşek xirab da ye, û serhildayên Hûsî yên ku Îran piştgirîya wan dike li hember hikûmeta navnetewî tête naskirin şer dike.

Neteweyên Yekgirtî di sala 2015’an de ambargoya çekan danabû ser Hûsiyan.

Amerîka û her wiha hevalbend Erebistana Saûdî ye, ya ku pêşengîya hevpeymanîya leşkerî dike ku ew hevpeymanî piştgirîya hikûmeta Yemenê dike, ev demek dirêj e ku Îranê bi dabînkirina çekan bo Hûsiyan tawanbar dike, lê Tehran wê red dike.

Rojnameya The Wall Street Journal li ser rapora nepenî ya pisporên Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) derbarê Yemenê, dibêje keştî û veguhaztina bejayî hatine bikar anîn daku bi qaçaxî çekên ku li Rûsya, Çîn û Îranê hatine çêkirin bibin bo Yemenê.

Di nav çekan da mûşekhavêj, mîtralyoz û tifengên sekvanîyê hene, ku di mehên dawîyê da ji alîyê Hêza Deryayî ya Amerîkayê ve hatibûn desteser kirin.

Li gorî Wall Street Journal, Cîgirê wezîrê ragihandinê yê koma serhildayan red kir ku Îran çekan bi qaçaxî derbasî Yemenê dike, û Tehranê jî gotîye ku çek ne hatine firotin anjî veguhestin bo wî welatî.

XS
SM
MD
LG