Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saudî û Mîrgehên Erebî Banga Rawestana Şer li Hikûmet û Cudaxwazên Yemenê Dikin


Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî bang li cudaxwazan û hikûmeta serok Abd Rabbo Mensûr Hadî kir ku hemî kiryarên leşkerî li başûrê Yemenê rawestînin.

Daxuyaniya hevbeş a herdu welatên Kendavê û serkirdeyên koalisyona dijî serhildêrên Hosî, daxwaz ji hikûmeta ku Erebistana Saudî piştgiriya wê dike û cudaxwazên ku Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî piştgiriya wan dike, kir ku xwe ji diyalogeke avaker re amade bikin da ku dawiyê li kirîza di navbera hev de bînin.

Berpirsan roja Înê gotibû ku axaftinên bidawîanîna kêşeya desthilatê li bajarê Jeddah yê Derya Sor, gihîştine dawiyeke girtî û herdû aliyan jî hêzên xwe ji bo şer kom dikine.

Nîşanên kûrbûna nakokiyekê di navbera Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî de diyar bûbûn.

Daxuyaniya Yekşemê got herdu welatên Kendavê dupat dikin li ser piştgiriya “hikûmeta rewa” ya Yemenê.

XS
SM
MD
LG