Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemenê di Şerên Giran de bi Dehan Kes Têne Kuştin


Berpirs û gewahîderên Yemenî îro Şemiyê got di van çar rojên borî de bêhtirî 150 kes hatin kuştin di şerên giran ên navbera hêzên alîgirên hikûmetê û serhildêrên Şîiî de.

Di demekê de ku hêzên hikûmetê hewil didin herêmên bin destê serhildêran dorpêç bikin, koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî, bi êrîşên esmanî, serhildêran ji xwe re dike armanc li parêzgeha Saada ya bakurê rojhilata welêt ku di bin dest serhildêran de ye.

Berpirsên ewlekariyê got êrîşeka esmanî ya Erebistana Saudî li nêzîkî benzînxaneyeka Senaa ya paytext, çar kesên sivîl îro Yekşemê kuştin û 10 birîndar kirin.

Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Di meha Adarê de, gurûpên navnetewî yên mafê mirovan got şerê li dirêjiya qeraxa rojavayê Yemenê hîşt ku 100 hezar kes bêşûnûwar bimînin.

Rêxistina Amnesty ya navnetewî huşdarî da ku rewşên herî xerab hîn li pêş in.

XS
SM
MD
LG