Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona bi Pêşengîya Saudîyan Firîngeha Hudeyda ya Yemenê Kontrol Dike


Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî îro Înê ragihand ku hêzên wê li Yemenê, destpêka firîngeha bajarê Hudeyda ya ser deryayê kontrol kiriye.

Koalîsyonê ku welatên Rojavayî piştgirî didin, heta îro muhlet dabûn serhildayên Husî ya bi piştgirîya Îranê, ku din çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de, ji Hudeyda vekişin.

Hêzên koalîsyonê ragihand ku wan herwiha derîyê başûr ya firîngeha Hudeyda jî kontrol kiriye û pêşdeçûna wan ya ber bi rêya serekî ya nêzî deryayê jî didome.

Pêşdeçûna lêzgîn ya di operasyona dawî de, serkeftineke girîng ya Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ya hember Husîyan e.

Fermandarên koalîsyonê geşbîn in ku ew heta çend rojên din, bi lêzgînî bajêr kontrol bikin û rê li ber malwêranîyan bigirin.

Neteweyên Yekbûyî xema xwe dîyar kiribû ku şerekî dijwar li Hudeyda dikare rewşa ûir xirab ya Yemenê hîn xirabtir bike û bi mîlyonan kes birçî bimînin.

Hudeyda, ku bendera herî mezin ya Yemenê ye, jibo tevahîya welêt pir girîng e jiber ku hemî alîkarîyên navnetewî ji ser wî bajarî digehijin wî welatî. Ew herwiha teka bender e ku di bin kontrola Husîyan e.

XS
SM
MD
LG