Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Esmanî de 10 Kes li Yemenê Hatine Kuştin


Piştî êrîşeke esmanî li Huseyda (Arşîv)
Piştî êrîşeke esmanî li Huseyda (Arşîv)

Ajansa Reuters ji zarê karbidestên Yemenî ragihand ku 10 kes di êrîşeke esmanî de, li herêma Hudeyda hatine kuştin.

Jêderên saxlemîyê da zanîn ku êrîşa esmanî bazereke şenîbar armanc girt û piranîya qurbanîyan cotkar in.

Koalîsyona bi pêşengîya Saudîyan ku operasyona li ser Yemenê didomîne hewilên ajansê bê bersîv hêla.

Li Yemenê şerê navxweyî di sala 2015’an de destpê kir û heta niha bi qasî 10,000 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG