Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Aden ya Yemenê Rojnamevanek Hatiye Kuştin


(arşîv)
(arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Aden ya li başûrê Yemenê rojnamavaneke ducanî bi peqîna otomobîlekê hatiye kuştin.

Reutersê ji zarê karbidestên ewlekarî yên Yemenê ragihand ku li gor lêpirsînên pêşî peqînkar li otomobîla Raşa Abdulah Al Harazî û hevjînê wî yê rojnamevan Mahmud Al Atmî vediguhastiye hatiye bi cîh kirin.

Berpirsên saxlemîyê didin zanîn ku Al Atmî yê li nexweşxaneyê birîndar e û Al Harazi ya canê xwe ji dest daye jî ducanî ye.

Jêder dîyar dikin ku her du rojnamevan bo medya welatekî Kendavê kar dikirine, lê ew kîjan medya ye hîn eşkere nebûye.

Meha borî bi otomobîleke bombebarkirî dijî walîyê Adenê êrîş li dar ketibû û bi kêmî ve 6 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG