Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemenê Agirbest Çênebû, Pevçûnên Gur Didomin


Husîyên Şîa yên serhilda û koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî tevî ku ser agirbestê danûstandin kirin jî pevçûnên li Hudeyda ya Yemenê didomînin.

Firokên koalîsyonê, piştî pevçûnên Husîyan û hêzên hikûmetê êrîşên esmanî birin ser herêmê.

Jêderên herêmê radigihînin ku li taxên derve yên di bin kontrola Husîyan de jî pevçûnên gur hene.

Husîyan do Duşemê dîyar kiribû ku ewê êrîşên dijî koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî rawestînin û dabû zanîn ku ger koalîsyon agirbestê bixwaze ewê agirbesteke berfireh çêkin.

Serokê Komîteya Şoreşa Bilind ya Husîyan Muhammed Alî El-Husî piştî civîna bi Nûnerê Taybet yê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths gotibû ku ewê êrîşên bi firokên bêmirov û yên bi muşekan rawestînin.

Husîyan, piştî ku koalîsyonê ragihand ku ewê êrîşê dijî Hudeyda, ku bendergeha herî mezin ya Yemenê li wir e, rawestînin ew gav avêt, lê her du alîyan jî êrîşên xwe domandin.

Şerê navxweyî yê li Yemenê di Adara 2015’an de destpê kiribû. Li gor daneyên NY’ê heta niha 6600 sîvîl di pevçûnan de hatine kuştin û bi qasî 100 sîvîl jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG