Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîyên Şerker li Yemenê Ser Agirbesteke li Hudeyda Hevbîr Bûn


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got ku alîyên şerker li Yemenê hevbîr bûn ku li bajarê Hudeyda li ser agirbestek pêk were û kontrola bajêr bikeve destê hêzên xwecîhî.

Guterres li Swêdê got ku hêzên çekdar yên her du alîyan ji Hudeyda vekişin da ku alîkarîya mirovahî bikarin bigehijin herêmê.

Wî herwiha got ku di gereke nû ya danûstandinên navbera Husîyan û hikûmeta bi piştgirîta Saudîyan de, çarçoveya sîyasî ya sibêroja Yemenê dê were nirxandin.

Serhildayên Husî ku ji Şîayan pêk tê, herêmên herî şenîbar yên Yemenê kontrol dikin. Wan di sala 2014'an de hikûmeta Abdurabu Mansûr Hadî ladabû û paytext Sanaa xistibû bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG