Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Yemenê û Hêzên Cudaxwaz Ser Agirbestekê Hevbîr Dibin


Girava Sokotra ya Yemenê
Girava Sokotra ya Yemenê

Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî ragihand ku hikûmeta bi piştgirîya Erebistana Saudî û hêzên cudaxwaz yên li başûr li ser agirbestekê hevbîr bûn û ewê dest bi danûstandinan bikin.

Hikûmeta ku bingeha wê li bajarê Adanê ye û hêzên cudaxwaz endamên koalîsyona bi pêşengîya Saudîyan in ku dijî Husîyên hevbendên Îranê di şer de û ji sala 2014’an vir ve paytextê kontrol dikin.

Lê, Civata Demkî ya Başûrê Yemenê (STC) ya cudaxwaz di meha Nîsanê de xweserîya xwe ragihandibû û hîngê vir ve her du alî li başûrê welêt şerê hevdu dikin. Bi şerê wan hewilên Neteweyên Yekbûyî yên agirbesteke mayînde hîn dijwartir bûbû.

Girjîya heyî hîn kûrtir bûbû, piştî ku Civata Demkî ya Başûrê Yemenê girava Sokotra xistibû bin kontrola xwe û walîyê wê derê û hêzên hikûmetê ji giravê derxistibûn.

XS
SM
MD
LG