Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî yên Saudî de 10 Kes li Yemenê Hatin Kuştin


Di encama êrîşeke esmanî ya koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî de, 10 sîvîl li herêma Saudî ya Yemenê hatine kuştin ku jin û zarok jî di nav qurbanîyan de hene.

Karmendên hawarçûnê ku çûbûn cîhê bûyerê ragihand ku êrîşên esmanî xanîyekî li gundê Ouled Amer wêran kiriye.

Reutersê ragihand ku ti kes ji koalîsyona Saudîyan pirsa wê ya ser êrîşe bersîv nekir.

Erebistana Saudî di sala 2015'an de, li dijî Husîyên ku Îran piştgirî dide, operasyonek dabû destpê kirin.

Hevalbendîya bi pêşenîya Saudîyan pir caran êrîşên esmanî yên dijî serhildayên Husî de, sîvîlan dikin armanc, lê ti car bi fermî ew yek qebûl nedikir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di şerê berdewam de heta niha 10,000 kes hatine kuştin û pirtir jî 2 mîlyon kes derbider bûne û birçîbûn li seranser Yemenê peyda bû.

XS
SM
MD
LG