Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Husî Dibêjin Êrîşa Koalîsyonê 26 Sîvîl Kuştin, lê Medya Îmaret Husîyan Tawanbar Dike


Hêzên hikûmeya Yemenî li Durayhimi ya (Arşîv)
Hêzên hikûmeya Yemenî li Durayhimi ya (Arşîv)

Serhildayên Husî li Yemenê dibêjin ku di êrîşên esmanî yên koalîsyona bi pêşengîya Saudîyan de 26 sîvîl li Ad Durayhimi hatine kuştin.

Televîzyona Al Massira ya Husîyan ragihand ku di êrîşê de 22 zarok û 4 jin li Ad Durayhimi ya 20 km başûrê Hudeyda hatine kuştin.

Ajansa nûçeyan ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jî ragihand ku lu heman heremê êrîşeke roketî ya Husîyan pêk hat û tê de de zarokek hat kuştin û bi dehan sîvîl jî birîndar bûn.

Erebistana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û hevalbendên wan yên Sunnî li Yemenê, pirtir ji sê sal in ku bi piştgirîya welatên Rojava dijî Husîyên Şîa yên hevalbendên Îranê şer dikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Husîyan, paytaxt Sanaa ji di nav de, piranîya bakurê Yemenê kontrol dikin û hikûmeta bi piştgirîya Saudîyan ji welêt derxistin.

XS
SM
MD
LG