Hikûmeta Yemenê û serhildayên Husî, di danûstandinên bo aştîyê de ser berdana bi hezaran girtîyan li hev kirin.
Danûstandinên aştîya bo Yemenê di çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Stockholm ya paytaxta Swêdê pêk tê.
Nûnerê Taybet yê Yemenê yê NY’ê Martin Griffiths, ser lihevkirina pêşî got ku ‘’Destpêkeke bi tije hêvî ye’’
Komîteya Navnetweyî ya Xaça Sor (ICRC) ragihand ku ew bo guherandina girtîyan dikarin navbeynkarîyeke bêalî bikin.
Nûnerê ICRC’ê yê Rojhilata Navîn Fabrizio Carboni dîyar kir ku ji komîteya wan hatiye xwestin ku alîkarîya teknîk bidin û navbeynkarîyê bikin.
Carboni da zanîn ku li Yemenê li gor texmîna wan di navbera 5000 û 8000 kes girtî ne.
Hikûmeta Yemenê û Serhildayên Husî Ser Guherandina Girtîyan li Hev Dikin
