Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku bi kêmî ve 68 sîvîl li Yemenê, di du êrîşên koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî de hatine kuştin.
Li gor daxuyanîyan NY’ê di êrîşa pêşî dê li bazareke Eyaleta Taîz 54 kes hatin kuştin.
Êrîşa duyê jî li Eyaleta Hudaydah li dar ket. Di vê êrîşê de ji heman malbatê 14 kes hatin kuştin.
Ji Adara 2015’an ve, ku wê deme koalîsyonê dest bi êrîşên xwe yên li dijî serhildayên Husî kir, 8750 kes hatin kuştin û 50,000 kes jî birîndar bûn.
Jiber pevçûnan û dorpêça hêzên koalîsyona pêdîvîya 20,7 mîlyon kes bi alîkarîya mirovî heye.
Ji Nîsanê vir ve li Yemenê kolera belav dibe û jiber wê nexweşîyê heta niha 2227 kes jîyana xwe ji dest dane.
Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY’ê dîyar kir ku di êrîşa Taîzê de 8 zarok hatine kuştin û 6 zarokên din jî birîndar bûne.
Hêzên koalîsyonê li ser êrîşan hîn ti daxuyanî nedaye.