Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Mayinekê de 3 Zarok li Yemenê Hatine Kuştin


Karbidestên Yemenî ragihand ku di encama peqêna mayinekê de 3 zarok li bajarê Hudeyda ya stratejîk hatine kuştin.

Karbidestan got ku mayin roja Pêncşemê li devera gundewar El Marawiya qewimî ku di vê dawîyê de şerê navbera serhildayên Hûsî yên ser bi Îranê û koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî li wê derê gur bûye.

Karbidestan dîyar kir ku di peqînê de 3 zarokên din û dayika wan jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG