Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Binalî Yildirim bo Amerîka


Serokwezirê Tirkiyê Binalî Yildirim, beriya vegera ji Amerîka, ji rojnamevanan re axivî.

Wî behsa civîna bi Alîkarê Serokê Dewleta Yekbûyî ya Amerikayêi Pence kir.

"Di Hevdîtinê de em li ser mijarên sereke yên welatê xwe rawestiyan. Herwisa li ser mijarên herêmî jî em axivin. Me biryar da ku emê hewil bidin ji niha û şûn ve têkilyên xwe baştir bikin û pêş bixin.”

Ji aliyê din ve li gorî nûçeyên ku di rojên dawî de di medyayê de belav dibe, tê iddiakirin jibo radestkirina Gulen, Tirkiye teklif kiriye dikarin 15 milyon dolar pere bidin kurê şêwirmendê berê yê ewlehiya netewî yê Qesra Sipî Michael Flynn.

Nûçe weke çavkanî rojnameya WSJ nîşan didin.

Li gorî nûçeyan rojname iddia dike, dozgerê taybet Robert Muller ku neha lêkolinek taybet dike li ser bondora Rûsya di hilbijartina Amerîka de, taybet li ser vê mijarê jî sekiniye û lêkolîn dike.

Ji rayedarên dewleta Tirkiye li dijî vê îddiayê hîn daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00

XS
SM
MD
LG