Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Binali Yildirim: Têkîlîyên ligel Almanya Xirabtir Dibin


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim
Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim îro Sêrşemê ragihand ku divê Almanya helwesta xwe zelal bike kanê ew ligel hevpeymana xwe ye, yan ligel derbekaran e.

Yildirim îro dema jibo endamên partîya xwe axifî û rexne li Almanya girtin. Wî got ku biryara Almanya ya dayîna mafê penaberîyê jibo wan leşkerên beşdar di derbeya leşkerî ya neserkeftî de "guherîneke mezin di paşvekişîna têkîyên di navbera me de ye".

"Eger Almanya dixwaze têkîlîyên xwe ligel Tirkîyê û hevalbenda dîrokî pêşde bibe, şûna ku berê wê li grubên terorîst ku di nav de şervanên Kurd û cemata Fethullah Gulen hî hene, divê berê xwe bide komara Tirkîyê.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku do eşkere bûbû ku Tirkîyê destûr nedaye hejmareke parlamenterên Almanî ku dixwest serdana leşkerên Almanî yên li bingeha Încirlîk'ê bikin.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel nerazîbûna xwe nîşan dabû û gotibû ku pêdivî ye ew li alternatîfa bigerîn.

XS
SM
MD
LG