Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bînalî Yildirim: Di Hilbijartina 24'ê Hezîranê de 30,000 Sûrî Dikarin Deng Bidin


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim dîyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dê 30,000 Sûrîyên ku bûne hemwelatîyên wan deng bidin.

Li gor daneyên Wezareta Navxweyî yê Tirkîyê, ku herî dawî di 7’ê Hezîrana 2018’an de hatine nû kirin, li Tirkîyê di statuya ‘’berevanîya demkî’’ de 3,579,254 Sûrî dijîn.

Ji van Sûrîyan 1,922,767 kes temenê wan ji 18 zêdetir e.

Ji bajarên Tirkîyê, Sûrî herî zêde li Stenbolê ne ku li wî bajarî 561,615 kesên ji Sûrîyê hatine dimînin.

Piştî Stenbolê, Riha bi 475,800 Sûrî, Hatay 443,837 Sûrî û Entab jî bi 383,260 Sûrî tê.

XS
SM
MD
LG