Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YNK Piştî Boykotê Vedigere Civînên Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Yek ji partiyên kurdî yên serdest li Herêma Kurdistana Îraqê roja Yekşemê dawî li boykota çend mehan a civînên kabîneya hikûmeta herêmê ligel hevkara xwe ya sereke ya hevpeymaniyê anî, û aloziyên di navbera aliyên ku di salên 1990î de şerekî navxweyî kiribûn sivik kir.

Ev nakokî bûne cihê metirsiyê ji bo welatên rojavayî, û bi taybetî Amerîkayê, ku piştgiriya her du aliyan kiriye, herî dawî di şerê li dijî Dewleta Îslamî de.

Wezîrên Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) vegeriyan civînên encûmena wezîran bo yekem car piştî kuştinekê li bajarê Hewlêrê di Cotmeha sala borî de, li gor 3 berpirsên hikûmeta Kurdistanê ku nexwestin navên wan bê eşkerekirin, ji ber ku wan destûr nîne ji çapemeniyê re biaxivin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ku demeke dirêj ji bo desthilatdariyê ligel hevalbendê xwe yê piçûk di hikûmetê de YNK bi serokatiya malbata Talebanî re mijûl e. Ji dema şer ve, bêbaweriyek di navbera wan de hebû.

Lê PDKê YNK bi kuştina hovane ya efserê îstixbaratê Hawkar Ebdullah Resûl tometbar kir, ku bû sedema zincîrek bûyeran ku rêkeftina parvekirina desthilatê tengav kir.

YNKê bi tundî ew tohmet red kir û got ku ew tohmetên siyasî ne. Peywendiyên siyasî gihîştin heta wê astê ku wezîrên YNKê civînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê boykot kirin.

Li gorî daxuyaniyên ku li ser hesabên xwe yên Twitterê hatine belavkirin, li gel wêneyeke ku li hev dinêrin û bi ken, di heftiya borî de Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bo yekem car piştî wê kuştinê civiyan û li hev kirin ku bi hev re kar bikin ji bo derbaskirina nakokiyên xwe.

Serkeftina çend rojan piştî wê yekê hat ku şandeke wezareta derve ya Amerîka ku di nav wan de Barbara Leaf, alîkara wezîrê derve yê Amerîka bo karûbarên rojhilata nêzîk, serdana Hewlêrê kir û bi serokên herdu partiyan re civiya. Vekoleran got ku ev nakokî rêgirtineke mezin e lin pêş tiştê ku divê hukûmet bike ji bo çareserkirina pirsgirêkên karûbarê giştî û bêkarîya zêde li herêmeke ku ji hêla neft û gazê ve dewlemend e.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG