Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aloziyên di Navbera Hevserokên YNK'ê de Û Hewildanên Çareseriyê


Endamekê şanda Şêx Nehro Kesnezanî, rêberê terîqeta Qadirî ku doh Sêşemê bo navbeynkariyê cûda ligel hevserokên YNK Bavil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî kom bûbû bo Dengê Amerîka axift û behsa naveroka hewildanên navbeynkariyê kir, bo çareser kirina pirsgirêkên di navbera herdu hevserokan de.

Di hevpeyvîna li gel Dengê Amerîka Lîwa Celal Şêx Kerîm, Birêkarê berê yê wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê û endamê şanda Şêx Nehro Kesnezanî dibêje "Pêşî me Şêx Lahur dî, wî pêşniyar kir ku kêşeyên heyî bibin mekteba siyasî û li wêrê bihên çareser kirin."

Derbarê bersivdana Bavil Talebanî bo pêşniyara Lahur Şêx Cengî, endamê şandê Celal Şêx Kerîm got "Paşî me Bavil Talebanî dî, kek Bavil got: Em dixwazin tiştekî bikîn ku girêdayî partiyê be, emê wan nakokiyan bibin nava rêxistin û organên partiyê, lê guherînkarî di rêveberiyan de hatine kirin. Kes bê yasyî di postan de hatine wezîfedar kirin"em dixwazîn çaksaziyaan encam bidîn, xelkê Silêmaniyê bi taybet bazirgan karê xwe bikin kes destê xwe nexe nava karê wan."

Endamê şanda Şêx Nehro Kesnezanî ku her du hevserok dîtine zelal kir ku Bavil Talebanî gotîye: Ew saziyên ewlekariyê yên guherînkarî bi ser de kirine, dijatiya xelkî kirine, xizmet pêşkeş nekirine, jiber wê yekê min ew agihdar kirine ku dê wan guherim, ew li ser wê yekê aciz bûne.

Derabrê gortinên Bavil Talebanî ku gotiye kesên saziyên ewlekariya yên hatine guherandin dijatiya xelkî kirine endamê şandê Şêx Celal Kerîm dirêjî bi axiftina xwe da û got "Ne merce ku axiftina wî bi tenê bo wê saziya ewlekariyê be, ew jibo hemû xwedî desthilatên hizbî bû, yên serederiyek xirab dikin."

Li dawiya hevpeyvînê Celal Şêx Kerîm endamê şandê û Birêkarê Wezareta Hundurîn ya Herêma Kurdistanê îşaret bi wê yekê da ku Şêx Nehro Kesnezanî daxwaza çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan ji hevserokên Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNKê kirîye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG