Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyaniya Mekteba Siyasî Ya YNK'ê li Dor Aloziyên di Nava Partiyê de


PUK Logo
PUK Logo

Îro Çarşemê li jêr çavdêriya Bafil Talebanî Hevserokê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNKê mekteba siyasî li bingeha sereke ya Yekîtî Niştîmanî Kurdistan li Silêmaniyê civiya û danûstandina li ser kêşeyên navxwe yên partiyê encam dan û tekez kirin li ser bikaneanîna hêzê û tundiyê bo çareser kirina pirsgirêkên di navbera her du hevserokan de, Bafil Talebanî û Lahurê Şêx Cengî.

Di civîna li Silêmaniyê de Bafil Talebanî û 9 endamên mekteba siyasî amadebûn. Di civînê de behsa wan kêşeyan hatiye kirin yên ku rêxistina YKNê ev çend hefteye rast hatiye û daxuyaniyek derbarê civîna îro de weşand.

Bafil Talebanî Û Lahur Ûêx Cengî Hevserokên YNKê
Bafil Talebanî Û Lahur Ûêx Cengî Hevserokên YNKê

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku "Zêdebarî gotûbêjên derbarê çareseriyek bilez û yekêtiyane ya kêşeyên navxweyî yên rêxistinî û diyar kirina rêbazên maqûl di nav de parastina aramî û tenahiya herêma Kurdistnaê ji wê jî bajarê Silêmaniyê, tekez li ser seferberiya şiyanên madî û manewî hatiye kirin ku li ofîs û saziyên Yekîtî Niştîmanî Kurdistan, da ku bi helmetên xurt yên yekgirtî û demkorasî hewildanên serkeftina lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî bidin, ku lîsta hevbeş ya YNKê û Tevgera Goran e, bo beşdariya di hilbijartinên dahatî yên parlemena Îraqê de. "

Dengê Amerîka çendîn caran hewil daye ku xwe bigehîne yek ji endamên Mekteba Siyasî ya YNk lê hewildan bê encambûn û kesekî nexwest li ser aloziyên di nava YNKê de tiştek bêje. Tenê çavkaniyekê Mekteba Siyasî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike gotiye, di civînê de tekez hatiye kirin ku civîneke bilez ji aliyê Encûmena serkirdayetiya YNKê jibo çareseriya aloziyan pêk bihê.

Dr. Bextiya Şaweys berpirsê Fraksyona YNKê, di namekê de bo Ferîd Eseserd sekirterê Encûmena Serkirdayetiya YNKê şandiye û di nivîse, "Xuyaye her ji destpêka derketina bûyeran Serokatiyê hewil daye civînê pêk bînin, û di nava xwe de aloziyan çareser bikin. Lê dihat gotin ku wan digot, ev pirsgirêkek malbatî û em pismamin kesek destêwerdanê neke, ewê di nava xwe de çareser bikin, jiber vê yekê hewildanan ser negirt, lê niha her tişt derket holê û zelal bû ku pirsgirêk ne malbatîne, pirsgirêk weke dihat çaverê kirin xirapirt û kurtir bûne. Alozî gihane asta livandina hêzan û dadghekirin û reşkirina hevdu heta wan kesan yên ku li ciyê Mam Celal li ser kursiyê rûniştine. "

Ji hejî bîrxistinê ye ku ev demeke alozî di navbera her du hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahurî Şêx cengê peydabûne. Di rojên derbazbûyî de heta gefên livandina hêzan hebûye, piştî ku Lahurê Şêx Cengî red kirî ku Kurdistanê terk bike, di peyamekê de îşaretê bi wê yekê dike ku plan heye hêzan bişînin ser mala wî û desteser bikin. Jiber van gefan hejmarek alîgirên Lahur jî, bi çek û bêçek çûne mala wî ya li taxê Serçinar li Silêmaniyê bo parastina wî. Bi berdewamî li hember mala Lahur xalên ewlekariyê tên danîn.

Doh li ser giliya karsazekî dadgeha pêdaçûnan ya Silêmaniyê li gur yasaya 430 ya yasaya sizadanê li Îraqê fermana girtina Lahur Şêx cengî daye, ew yasa taybete bi kesên gef kirbin yan jî kesek revand be. Li hemberî wê gilînamê Lahur jî doh li hember mala xwe axiftinek kir û bal kişand ser aloziyên di nava partiya wî da hene û got ku ew bê tawane û amadeye here dadgehê, dema Lahur peyv pêşkeş dikir, hejmarek ji alîgirên wî amade bûn. Lahur got, wî jî li dadgehê gilî kiriye û gilînama xwe pêşkeşî dadgehê kirîye.

XS
SM
MD
LG