Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

51 Salîya Yekîtîya Nivîserên Kurd li Duhokê Hat Sax Kirin


Damezrandina Yekîtîya Nivîserên Kurd di sala 1970’an de bû yek ji destketinên rêkefta 11’ê Adarê ya navbera şoreşa Kurdî û hikûmeta Îraqî de bû.

Serokê yekê yê Yekîtîya Nivîseran helbestvan Hejar Mûkrîyanî bû.

Yekîtîya Nivîserên Kurd bi her çar liqên xwe ve berdewam xizmeta çand û zimanê Kurdî kiriye. Bi vê bîrewerîyê li Duhokê bernameyeke taybet hat encamdan.

Nivîser Edîb Çelkî dibêje ku Yekîtîya Nivîserên Kurd tenha çeper bû bi taybet piştî nemana şoreşê û ziman û çand û kultura Kurdî parastiye.

Xanima helbestvan Dayka Dalyayê jî got ku rola jinê di Yekîtîya Nivîseran de li devera Duhokê roleke baş bûye û bo jinên ne endamjî bizav û çalakî encamp dane.

Beyar Bavî, endamê desteya rêvebir ya Yekîtîya Nivîserên Kurd ya şaxê Duhokê jî dibêje ku ew neketiye bin bare çi givaştinê û her dem yekrêzîya xwe parastiye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku kongreya dawî ya Yekîtîya Nivîserên Kurd ya giştî di sala 2010’an de li Silêmanî hat encamdan û nivîserê nemir Kake Mem Botanî wek serokê giştî hat hilbijartin.

SB_02_11_2021_51_Salîya_Yekîtîya_Nîvîseran
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00

XS
SM
MD
LG