Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Koreya Başûrî Yoon Rûbirûyê Împîçkirinê Ye


Partîyên opozisyona Koreya Başûrî îro Çarşemê bernivîsa împîçkirina Serok Yoon Suk Yeol pêşkêşî parlamanê kirin, çend saet piştî hewla wî ragihandina rewşa awarte ya leşkerî ji hêla qanûndaneran ve hatibû pûç kirin.

Partîya Demokrat ya opozîsyona serekî û pênc partîyên din yên biçûk ev bernivîs pêşkêş kir ku Yoon ji kar were dûrxistin.

Hevdem, piştî biryara wî ya ragihandina rewşa awarte ya leşkerî ya derengîya şeva Sêşemê givaştinên ser wî pirttir dibin ku ew dest ji kar berde.

Parlamenter Kim Youngmin di preskonferansekê de got ku ev bernivîs dikare heta roja Înê were ber dengdanê.

Hêjayî balkişandinî ye ku jibo împîçkirina serok pêdivî bû dengên du ji sê parên anku 200 ji hemî 300 endamên parlamanê piştgirî bibin bernivîsê.

Opozisyona Koreya Başûrî 192 kursî kontrol dike û jibo derbazkirina bernivîsê dive 8 dengên din ji Partîya Hêza Gel ya serok Yoon piştgirî bidin rikeberîyê.

Li gor qanûnên Koreya Başûr, ger împîçkirin were pejirandin, dive Dadgeha Qanûna Bingehîn di nava şeş mehan de ser wê yekê biryar bide. Ger dadgeha bilind ew erl kir, divê serokwezîr Han Duck-soo serok Yoon ji erkên wî dûr bixe û şûna wî bigire û bibe serokê demkî.

Di rûniştina awarte ya saet 01:00 danê sibê ya îro Çarşemê de, 190 qanûndaner deng dabû daxwaza rakirina rewşa awarte ya leşkerî û seroktîya paraemanê jî gotibû ku dengdan biryara Yoon betal kiriye.

Piştî dengdana parlamanê, di civîna Civata Wezîran de biryara rewşa awarte ya leşkerî û bi fermî hat rakirin.

Wezîrê Berevanîyê Kim Yong-hyun îro dest ji kar berda û berpirsîya hemî mijarên girêdayî biryara Yoon ya îlankirina biryara rewşa awarte ya leşkerî girt ser xwe.

“Leşkerên ku di çarçoveya hiqûqa leşkerî da erkên xwe kirine, fermana min bi cîh anîye loma berpirsî tenê li ser sitûyê min e,” Kim di daxuyanîya ku ji rojnamevanan re hat şandin de got.

XS
SM
MD
LG