Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YouTube Kenala Parlemana Rûsya Blok Dike


You Tube îro Şemiyê kenala civata Duma ya Rûsyayê blok kir û bersiveke tore ji berpirsên Rûsî ve li xwe girt. Berpirsan got dê You Tube rastî bendên tund bibe.

You Tube peyamek li ser kenala Duma belav kir ku dibêje ew hatiye”girtin ji ber binpêkirina pîvanên xizmeta You Tube.”

Kompaniya Alphabet Inc ku xwediya You Tube ye, di bin fişareke pîvangera pêwendiya Rûsî Roskomnadzor de ye û berpirsan bi awayekî lezgîn bersiv da.

Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova di peyamekê de li ser Telegramê got:

“Xuyaye You Tube fermana xwe îmze kiriye. Naverokan biparêz, veguhêz platformên Rûsî. Û bi lez.”

Dezgeha pêwendiyan got wê daxwaz ji Google kir ku di zûtirîn dem de kenala Dumayê vegerîne.

Roskomnadzor got:

“Hemî kompaniyên teknolojiya yên Amerîkî, şerê agahiyan yên ku Rojava li dijî welatê me dike himbêz dikin.”

Google di cih de bersiva ajansa Reutersê neda ji bo şîrovekirina vê mijarê.

Serokê Duma Vyacheslav Volodin got ev gava You Tube belgeyeke din ya binpêkirina mafan û azadiyê ye ji aliyê Waşintonê ve.

jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG