Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Îspanî li Bergumanê Êrîşa Hefteya Borî Digerin


Karbidestên Katalonî îro Duşemê dibêjin ku bi bawerîya wan ajotvanê ku hefteya borî otobomîla xwe ajotibû ser sîvîlan, zilamekî Mexrîbî (Fasî) yê 22 salî ye.

Karbidest didine zanîn ku ew berguman endamê dawî yê hucreyeke 12 kesî ye û ew hîn li wî kesî digerin.

Wezîrê Navxweyî yê Katalonya Joaquim Forn got ku henî agahîyên destê wan nîşan didin ku Younes Abouyaaqoub di dema êrîşê de trombêl dajot.

Wî got, ew bi zelalî nizanin ku Abouyaaqoub hîn li Îspanya ye yan ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku polîsan heta niha 4 berguman desteser kirine û yên mayîn jî alîyê polîsan ve hatine kuştin, yan jî rojeke berî êrîşê, di operasyona polîsan de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG