Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YouTube Kanalên RT jiber Belavkirina Agahîyên Şaş yên Ser COVID Jê Dibe


YouTube ya kompanîya Alphabet kanalên Almanî yên RT ya bi piştgirîya dewleta Rûsya, ‘’jiber binpêkirina rêzikên derbarê belavkirina agahîyên şaş yên ser COVID’’, jê birin.

Berdevikekî YouTube dîyar kir ku ‘’ew platform bi rêzikên xwe her tim zelal e’’ û ew didin zanîn ku bo çi destûr heye yan ne.

Kanala Almanî ya RT di serî de jiber ‘’belavkirina agahîyên şeş yên ser COVID’’ hişyarî sitand û wisa mafê weşanê ya RT ya ser YouTube bo hefteyekî hat rawestadin.

RT ya Rûsya, bo rawestandina weşanê pûç bike, hewil da ku kanaleke din bikar bîne.

Berdevikê YouTube da zanîn ku her du kanalên RT jiber binpêkirina şertên platformê hatine girtin.

XS
SM
MD
LG