Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG Tirkiyê bi Bombekirina Êstgeha Avê Û Dibistanekê Tawanbar Dike


Nuri Mahmud
Nuri Mahmud

Yekînyên Parstina Gel YPG'ê ku ji şervanên Kurd li Sûriyê pêk tê, roja Çarşemê artêşa Tirk bi bombebaran kirina dibistaneke seretayî û êstgeha Efrîn ya ava vexwarinê tawanbar dike.

Nurî Mahmûd, peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê radigehîne ku hêzên Tirkiyê û hevpeymanên wê yên çekdarên opozsyona Sûrî ziyan gihandiye êstgeha avê yê ku, xizmeta xelkê bajarê Efrîn dike, herwiha dibêje, Dibistaneke xwendina destpêkê berî du rojan li gundê Meydankê hatiye bombebaran kirin. Heta nihe artêşa Tirk bersiva daxwazên derbarê van îdayan nedaye û tiştek ne gotîye.

XS
SM
MD
LG