Lînkên eksesibilîtî

Tirkiye: Çekkirina YPG'ê ji Aliyê Amerîka ve Metirsiyek Mezin E


Ukraine Turkey

Wezîrê derve yê Tirkiyê roja Çarşemê ragihand ku çekdayîna Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê ji aliyê Amerîka ve metirsiyek mezine, daxwaz ji Washington dike ku, ji wê biryara xwe vegere.

Mavlût Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkiyê îro Çarşemê di kongireke rojnamevanî de li Enqerê li gel hevpîşeyê xwe yê Silovakî ev yek da eşkere kirin û got, pirçek kirina YPG'ê ji aliyê Amerîka ve metirsîye bo ser yekparçeya axa Sûriyê, herweha got "dema em bixwazîn rewş tena bibe li Sûriyê divê pêngavên vegerîna ji van şaşiyan hebin".

Berpirsên wezareta berevaniya Amerîka doh Sêşemê ragihand bû ku, wan dest bi veguhastina çekên sivik û Otombîlên leşkerî bo hêzên YPG'ê kirîye, ev yek bûye sedema dilgiraniya Tirkiyê.

Tirkiye, YPG'ê weke baskekî Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê dibîne, lê Amerîka YPG'ê weke hevalbendek giring yê şerê li dij DAIŞ'ê dibîne.

XS
SM
MD
LG