Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî: Amerîka li Sûriyê Lihevanînekê di Çek Dayîna Hevpeymanên Xwe de Dike


Şervanên YPG
Şervanên YPG

Roja Înê Qesra Spî di daxûyaniyekê de eşkere kir ku, Amerîka dê lihevanînekê di biçekirina hevpeymanên xwe yên Hêzên Sûriya Demokrat HSD de bike ku, ji şervanên Kurd û Ereb pêk tê û YPG bingeha pêkanîna wan hêzaye.

Serokê Amerîka Donald Trump gotiye, di têkiliya telefonî de li gel serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan de, roja Înê wan piştevaniya leşkerî bo hevpeymanên xwe yên Sûriyê rastevkirîye û lihevanînek çêkirîye, weke Qesra Spî dibêje.

Raportan li gûr serokatiya Tirkiyê dabûn ragihandin ku, Amerîka nema çekan dide YPG´ê yên Kurd, li Sûriyê.

Serokatiya Tirkiyê dabû zanîn ku, di têkiliya telefonî ya herdu serokan de, şerê li dij "rêxistinên terorîst" ji herdu aliyan ve hatiye erê kirin, di nava rêxistinan de ji dervey DAIŞê, navê Partiya Karkerên Kurdistan PKK û rêxistina Fethullah Gulen jî derbas dibin. Lê di daxûyaniya Qesra Spî de şerê hevbeş yê wan rêxistinan, ne navê PKK û ne yê Cemaata Gulen derbas nabe, bi tenê hatîye gotin ku, Tirkiye dê çekan ji Amerîka bikire.

XS
SM
MD
LG