Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Firokan Çek û Alîkarîyên Din ji YPG re Şand


Wezareta Berevanîya Amerîka şeva Yekşemê bi fermî ragihand ku Amerîka çek, cebilxane û alavên saxlemî şand hêzên Kurdî anku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku bajarê Kobanê hember DAÎŞ diparêze.

Fermandarîya Hêzên Hevbeş yên Amerîkî ragihand ku firokên kargo yên C - 130 çend caran barên sîlah û alavên din ku ji alîyê karbidestên Kurdên Îraqê ve hatine peyda kirin, avêtin Kobanê.

Daxuyanîya fermî ya Amerîka ragihand ku armanca wan alîkarî ew e ku piştgirî bide YPG ku dijî DAÎŞ şerekî dijwar dike.

Di daxuyanîyê de herwiha hate gotin ku hêzên Amerîkî heta niha 135 caran êrîşên esmanî li Kobanê pêk anîne.

Pispor dibêjin, bi vê operasyonê rûpeleke nû navbera Amerîka û Kurdên Rojava de vedibin û YPG jî êdî bi fermî di koalîsyona dijî DAÎŞ de roleke serekî dilîze.

XS
SM
MD
LG