Tirkîyê roja çaremîn e, şervanên YPGê li bakurê Sûrîyê dide ber topan. Rûsya roja Sêşemê ev pirsgirêk di Konseya Ewlekarîyê de anî rojevê, herwiha Rûsya gotinên Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu derheqa bombaran kirina nexweşxana li bakurê Helebê redkirin.
Davutolgu got Rûsye nexweşxane û dibistanan bombebaran dike û paşî jî Tirkîyê disiparte Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbuyî da ku tedbîra ewlekarîya sînorên xwe vergire. Davutoglu serda got “ew çi helwest e!”
Serokwezirê Tirk dîsa gefên xwe li dijî Kurdên Surîyê dubare kirin û got “Çi pêwîst be em dê bikin heke ew pêşveçunîya xwe bidomînin.” Hêzên YPG pêşveçuyîna xwe ya ber bi rojawa ve didomînin da ku digel kantonekî Kurdên Sûrî bibin yek.
Fermandarek Tirk yê payebilind, li ser şertê ku, navê wî nehê eşkere kirin axivî, û got topbaran bersîva êrîşên grubên Kurd yên Sûrî ne, belê fermandarî nekarî belgeyek yan wêneykî derbarê ku Kurdên Sûrîyê êrîş dikin pêşçav bike, anjî bêjê kengî û li kuderê ew êrîş pêkhatine.
Enqere YPGê herwek beşek ji gruba serhildêrên PKK dibîne, ya ku di nav Tirkîyê de dixebite.
Kadri Gursel, qunçnivîsê polîtîk yê malpera Al-Monitor dibêje Enqere ji alîyê alîgirên xwe de, îzole dibe jiber ku Tirkîye li dijî desteka hevalbendên Tirkîyê yên jibo YPGê û baskê wê yê polîtîk PYDê.
"Bi giştî welatên Rojava PYDê li dijî DAIŞê herwekî alîgirek bawerîyê dibîne. Dîtina Enqere li ser PYDê herwekî ji DAIŞê xetertir nêrînek gelek gelek problematîk e û bi tevayî helwestek bê ser û bin e.
Têkilîyên Enqere digel Washington, ku êrîşên hevayî jibo destek kirina YPGê pêktîne, bi taybetî teng dibin. Fermandarên Tirk dibêjin çekên Dewletên Yekbûyî dayîne Kurdên Sûrîyê kevtine destên PKKê. Lê Washington çekdarkirina YPGê înkar dike.
Dawîya meha çuyî nunerê taybet yê serok Obama jibo koalîsyona Navnetewî ya li dij DAIŞê, Brett McGurk ku hewildanên global li dijî Devleta Îslamî koordine dike serdana bajarê Kobanê kir û li wê derê çavpêketin digel endamên PYDê û YPGê encam dan. Piştî wan çawpêketinan, serokomarê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan got "divê Washington di navbera Tirkîyê û PYDê da yekî ji wan her wekî hevparê xwe hilbijêre.
Herwiha, pisporê têkilîyên navnetewî Solî Ozel dibêje alozîyên li ser Kurdên Sûrîyê mumkin nîne bibe sedema şikestinekî tevahî di navbera Tirkîyê û Amerêkayê de.
Pirsgirêka Tirkîyê ewe dema dibêje " Yan Em yan Ew"، bersîva Amerîka jê, hûn her du, em dê têkilîyên xwe digel PYDê bidomînin, di bin şertên normal da wan bersîvan dê krîzek cidî biafirand bane; belê pêwistîya Tirkîyê gelek bi Amerîka heye û di mijara PYDê de, gelek eşkereye ku, ne Amerîka û ne jî Tirkîye helwesta xwe naguherînin.
Çapemenîya alîgirê hikumetê Tirkîyê daxwaz dike ku, hêzên Amerîka jibo bikaranîna bingehên hewayî yên Tirk jibo êrîşên esmanî li dijî DAIŞê bihê qedexe kirin.
Belê heta niha Enqerê li hember bangawazîya ambargoya li dijî Amerîkayê berxwe daye.