Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêdûr Xelîl: Opozisyona Sûrî Agirbestê Binpê Dike


Redur Xelil
Redur Xelil

Ajansa Reuters ji Beyrut radigehîne ku, hêzên Parastina Gel (YPG) raportek weşandiye, di raportê de hatiye ku, grupên opozisyona Sûrî rêzê li biryara agirbestê nagirin, li Helebê û hind cihan li herêma Efrînê agirbest binpê kirine.

Reuters li gur rapora YPG radigegîne ku, li herêma Şêxmeqsud ya bajarê Helebê, ya ku piraniya xelkê wê kurd in, komên opozisyonê êrîşan di înin ser taxê Şêxmeqsud û herêmên din li dewruberên Helebê.

Jibo piştrastkirina rapora YPG ya liser binpêkirina agirbestê Dengê Amerîka bi riya telefonê têkilî bi birêz Redûr Xelîl peyvdarê fermî yê Hêzên Parastina Gel (YPG) re danî.

Xeklîl da zanîn ku, belê YPG rapor liser binpêkirina agirbestê derxistiye û ji Netewên Yekbûyî, Komîta çavdêriya agirbestê û raya giştî re parvekiriye.

Redûr Xelîl dibêje, wan bi şêweke fermî hêzên opozisyona Sûrî liser zêdegaviyên liser biryara agirbestê agehdar kiriye, ji wan re pirsa grupên ku ji roja ragihandina agirbestê li roja 27î Sibatê heta niha agirbestê binpê dikin, girêdayî we ne yan na?

Xelîl da zanîn ku, grupên opozisyonê, berdewam herêmên weke Şêxmeqsud, hind herêmên li Helebê û Efrînê topbaran dikin, bi taybet ciyên ku, piraniya wan kurd in, yan jî hêzên YPG û QSD lê dimînin.

Jibo nerîna opozisyona Sûrî liser rapora YPG bizanîn, me hewil da bi riya telefonan xwe bigehînin hind berpirsên hevpeymaniya opozisyona Sûrî, lê mixabin ji telefonên wan bersiv nedan.

Temamiya hevpeyvîna li gel peyvdarê fermî yê YPG Redûr Xelîl di fayla deng de ye.

Hevpeyvin li gel Rêdûr Xelîl peyvdarê fermî yê YPG
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:53 0:00

XS
SM
MD
LG