Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Taybet yên YPG’ê Beşdarî Operasyona Dijî DAIŞ’ê ya li Dêrezorê Dibin


Fermandartekî YPG’ê ji Reuters re ragihand ku hêzên wê yên taybet dê beşdarî operasyona dijî DAIŞ’ê ya li rojhilata Sûrîyê bin, piştî ku çekdarên tundrê karîbûn hember hêzên HSD’ê bi pêş kevin.

Fermandarekî HSD’ê ji ajansê re got ku bêtecrubetîya ûervanên wan yên Ereb yek ji sedemên girîng e ku şervanên YPG’ê ji herêmê re têne şandin.

“Em neçar man ku şervanên bi tecrube yên YPG û YPJ bişînin Dêrezorê ku operasyona dijî DAIŞ’ê bi dawî bikin,” heman fermandar got.

DAIŞ’ê Înîya borî li herêma Dêrezorê ya nêzî sînorê Îraqê operasyoneke mezin li pêk anîbû û zararên mezin dabû HSD’ê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû ku dora 70 şervanên HSD’ê di êrîşa DAIŞ’ê de hatibûn kuştin ku di bin bahoza xîz de, ji alîyê êrîşvanên xwekuj p cîhadîyên jin hatibû kirin. HSD’ê ragihandibû ku 14 şervanên wê jîyanên xwe hinda kirine.

XS
SM
MD
LG