Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku wê şêwirmendên xwe yên leşkerî ji bajarê Minbicê kişandin.
Daxuyanîya YPG’ê rojeke piştî hevdîtina Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu tê ku gotibûn wan li ser nexşerêyeke li hev kiriye.
YPG dide zanîn ku hêzên wê yên mayîn ku ser daxwaza Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, şêwirmendîya leşkerî dida, di 1’ê Hezîranê de ji Minbicê derketin.
“Piştî ku bajarê Minbicê hate rizgar kirin, ewlekarî û aramî li herêmê pêk hat. Hêzên me di 16'ê Mijdara sala 2016'an de, ewlekarîya herêmê ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate radest kirin. Hêzên me ji bajêr vekişîn û derbarê mijarê de daxuyanîyek fermî hatibû dayîn. Herwiha merasîma leşkerî li ber ekranên televîzyonan û sazîyên çapemenîyê hatibû darxistin.”
YPG’ê bi berdewamî ragihand ku li ser daxwaza Meclîsa Leşkerî ya Minbicê komek ji fermandarên wê bi hêzên Leşkerî yên Minbicê re, wek şêwirmendên leşkerî mabûn û wan di alîyê perwerdê de alîkarîya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikirin.
“Ev bi awayekî kordînekirî û şêwra Koalîsyona Navdewletî pêk hat. Xebatên koma me ya şêwirê heta saeta amadekarîya vê daxuyanîyê dewam dikir. Niha û piştî zêdeyî 2 salan ji berdewama karê wan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gihişt asta ku karibe di alîyê perwerdê de rêveberîya xwe bike. Lewma Fermandarîya Giştî ya YPG'ê biryara vekişina şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê da.”
Di dawîya daxuyanîyê de, YPG soz dide ku ewê têkoşîna xwe ya dijî terorîzmê bidomîne û ger pêdivî be ewê dîsa xizmeta gelê Minbicê bike.