Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro Çarşemê Çîyayê Kizwan ji destê mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) rizgar kirin.
Ew çîyayê ku bi navê Çîyayê Ebdulazîz jî tê nasîn, li başûrê rojavayê Hesekê ye û cîhekî pir stratejîk e.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Kenan Berekat, Berpirsê Karê Hindur yê Kantona Cizîre li ser azadkirina Çîyayê Ebdulazîz agahîyan dide.
Birêz Berekat dibêje, şervanên YPGû YPJ bi azadkirina Çîyayê Ebdulazîz serkeftineke girîng dest xistine û xeterîya ser Kantona Cizirî sivik kirine.
Berekat balê dikşîne ser rola koalîsyona navnetewî ku bi êrîşên esmanî piştgirîyeke xurt daye hêzên li ser erdê.