Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG Piştrast Dike ku Hêzên Rûsî li Efrîne û Şahba Çavdêrî Bikin


Fermandarîya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku hêzên Rûsî li Efrîn û Şahba werin bi cîh kirin.

"Di encama lihevkirinekî di navbera YPG û Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Suwar) û hêzên Rûsî yên li herêmê, biryar hatiye girtin ku leşkerên Rûsî jibo erka çavdêrîyê derbasî herêmên Şehba û Efrînê bibin û li çend xalên cûda werin bicîh kirin," daxuyanî got.

YPG da zanîn ku çavdêrên leşkerî yên Rûsî li kêleka şervanên YPG û Artêşa Şoreşgeran wê parastina ewlehîya herêmên Şehba û Efrînê bikin.

XS
SM
MD
LG