Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê YPG'ê Mahmud: Me Piranîya Çekên Xwe li Bazara Reş Kirîne


Tankên tirk
Tankên tirk

Di operasyona Tirkîyê ya ser Efrînê de, ku giheştiye hefteya sêyê, şervanên YPG’ê gelek tank û maşîneyên artêşa Tirk dirûxînin.

Pisporên leşkerî dixwazin bizanin ku roketên ku YPGê bi kar tîne, ji ku hatine. Hîn kes dibêjin ku ew mûşek Rûşî ne, hinek bawer dikin ku Amerîkî ne û hinekên din jî dibêjin ew ji rojhilata Ewrupa ne.

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mahmud ji medya Îmaretê re îro Pênçşemê ragihand ku wan ew roketan li bazarên reş li Bab, Cerablus û Ezaz kirîne.

"Pirtirîya çekên ber destê me, ji komên çete ku artêşa Tirk piştgirî lê dike, hatine. Me gelek ji wan roketana ji bazarên reş yên li Îdlib, Ezaz,Bab û Cerablus kirîne. Me ew çek, tevî ku Efrîn ji sê alîyan bin dorpêçê de ye, bi dest xistine.”

Medya Îmaretî bal dikşîne ku ew herêmên nabvirî di bin kotrola komên çekdar yên ser bi Tirkîyê ne û dibe ku Enqerê bi destê xwe zîyana ku li Efrînê dijî, çêkiribe.

XS
SM
MD
LG