Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirkîye: Me 15 Şervanên Kurd li Bakurê Rojhilatê Sûriyê Kuştin


Tirkiyê roja Yekşemê ragihand ku leşkerê wan 15 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kuştine yên ku amadekriyên êrîşê bo ser herêmeke li bakurê Rojhilatê Sûriyê dikirin ya li jêr kotrola leşkerê Tirkiyê û grûpên çekdar yên Sûrî yên hevalbendên Tirkiyê de.

Wezareta Berevaniya tirkiyê di daxuyaniya roja Yekşemê de dibêje "Komandoyên me yên qehreman derbeyek bihêz ya din daweşande rêxistina PKK/YPG".

Wezareta Berevaniya Tirkiî di hesaba xwe ya twîterê de dibêje dema şervanên PKK/YPGê amadekariyên hatina nav herêma "Kaniya Aştiyê" kirî ji aliyê komandoyên me ve hatine bêalî kirin, di twîterê de dîmenên êrîşê hatine weşandin.

Tirkiyê êrîşên xwe rawestandbûn piştî ku operasyona"Kaniya Aştiyê" ya sala borî dabû destpêkirin bo kontrol kirina herêma li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokrat HSDê de ku Kurd pêşengiya wê dikin li herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê, ew operasyona leşkerî ya Tirkiyê bi şêweke berfireh hatbû şermezar kirin.

Hevpeymanên Tirkiyê yên rojavayî bi taybet Amerîka YPGê weke hevpeymanên xwe yên şerê li dij DAIŞê dibînin.

Alîkariya Amerîka bo şervanên Kurd HSD/YPG li Sûriyê li dij komela dewleta Îslamî DAIŞê yek ji sedemên serke yên aloziyên di navbera herdu hevpeymanên NATO Amerîka û Tikiyê de bû.

XS
SM
MD
LG