Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG: Plankarê Êrîşên 11'ê Îlonê, Zammar di Destê Me de Ye


Mohammed Haydar Zammar
Mohammed Haydar Zammar

YPG ragihand ku yek ji bergumanên êrîşa terorîstî ya 11’ê Îlonê, Mohammed Haydar Zammar ji alîyê şervanên wê ve hatiye desteser kirin.

AFP ji zarê fermandarekî YPGê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku Zammar ji alîyê hêzên Kurdî ve hate desteser kirin û ew niha di bin lêpirsînê de ne.

Zammar bi eslê xwe Sûrî ye, lê hemwelatîyê Almanya ye. Ew, piştî êrîşa 11’ê Îlonê ji alîyê polîsên Almanî ve hatibû lêpirsîn kirin.

Karbidestên Amerîkî hizir dikin ku Zammar, êrîşvan Mohammed Atta yê Misirî qane kir ku êrîşa 11ê Îlonê pêk bîne jiber ku her du jî hîngê li bajarê Hamburg ya Alman dijîyan.

Pentagonê ragihand ku ew raportên ser desteserkirina Zammar dişopîne, lê niha nikare tiştekî piştrast bike.

XS
SM
MD
LG