Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandara YPJ'ê Engîzek Xelîl: Nîvê Reqa Hatîye Rizgar Kirin


Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li Reqa, Engîzek Xelîl, di hevpeyvîneke taybet ya bi Dengê Amerîka re ragihand ku 50 ji sedê Reqa, ji destê DAIŞ’ê hatîye rizgar kirin.

Engîzek Xelîl dîyar kir ku DAIŞ drone bi kar tîne, li hemî malan mayîn çandîye û wesayîtên di nav bajêr de jî bo peqandinê tije bombe kiriye ku ew jî dike ku hêzên wan hinekî giran pêşde herin.

‘’Wateya operasyona rizgarkirina Reqa jibo jinan cûda ye. Li wî bajarî ku DAIŞ wek paytaxta xwe dibîne, wek alavan jin difirotin. Niha şervanên me li dijî çekdarên DAIŞ’ê, li Reqa bi tîlîliyan pêşde diçin’’ Engîzek Xelîl got.

Fermandara YPJ’ê bi berdewamî dîyar kir ku komek jin jî ji Şengalê, bo rizgarkirina jinên Ezîdî yên li Reqa hatine enîyên li wî bajarî.

Sazîyên navneteweyî, koalîsyona li dijî DAIŞ’ê hişyar dikin ku jibo sîvîl di êrîşan de neyên kuştin bi baldarî tevbigerin.


Engîzek Xelîl da zanîn ku DAIŞ sîvîlan wek mertal bi kar tîne û hêzên wan û yên koalîsyonê, jibo ku ew neyên kuştin bi baldarî êrîşan li dar dixînin.

Fermandara YPG'ê Engîzek Xelîl û Rola Jinan di Operasyona Reqa de
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:25 0:00

XS
SM
MD
LG