Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK’ê Encamên Piştrastkirî yên Hilbijartinên Parlamanê yên 14’ê Gulanê Eşkere Kirin


Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîyê (YSK) îro Sêşemê encamên piştrastkirî yên hilbijartinên parlamanê yên 14’ê Gulanê eşkere kirin.

Serokê YSK’ê Ahmet Yener got ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) 268, Partîya Gel ya Komarî (CHP) 169, Partîya Çep ya Kes 61, Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) 50, Partîya Baş 43, Partîya Jinûve Refah (YRP) 5, Partîya Karkeran ya Tirkîye (TÎP) 4 parlamanterî qezenc kirin.

Yener da zanîn ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinê li hindurê Tirkîyê % 88.92 û li dervayê welêt jî % 53.80 û rêjeya bi giştî jî % 87.5 bû.

Hêjayî balkişandinê ye ku ji lîstên CHP’ê, 15 kes ji Partîya DEVA, 10 ji Partîya Siberojê, 10 ji Saadetê û 3 parlamanter jî ji Partîya Demokrat hatin hilbijartin û çaverê ye ku ew 38 kes piştî vebûna parlamanê wê vegerin nav partîyên xwe.

XS
SM
MD
LG