Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya Tirkîyê wê biryara ser berbijarîya Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê ragihîne.
Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) û Partîya Memleket pêr Sêşemê serî li YSK’ê dabûn ku ser berbijarîya Erdogan pêdeçûnê bikin.
Ew partî dibêjin ku li gor Qanûna Bingehîn welatîyên Tirkîyê herî zêde dikarin du caran bibin berbijarên serokomarîyê, lê Erdogan sê caran bûye.
Endamên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) dibêjin ku sîstema hikûmeta di sala 2018’an de guherîye û Erdogan ji wê çaxê vir ve Erdogan carekê bûye berbijar.
Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag do Çarşemê dîyar kir ku dijî berbijarîya serokomarîyê ya Erdogan ti astengeke qanûnî tuneye.
Bozdag got ku Qanûna Bingehîn rê dide ku Erdogan bibe berbijarê serokomarîyê.
Jêder: DHA, VOA