Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK'ê Berbijarîya Erdogan Pejirand


Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) berbijarîya serokomarîyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pejirand.

Partîya Memleket û Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) serî li YSK dabûn ku ser berbijarîya Erdogan pêdeçûnê bikin.

Wan partîyan dîyar kiribûn ku li gor Qanûna Bingehîn welatîyên Tirkîyê dikarin herî zêde du caran bibin berbijar û gotibûn ku Erdogan bi berbijarîya xwe ya dawî re sê caran dibe berbijar.

Serokê YSK’ê Ahmet Yener dîyar kir ku îtirazên berbijarîyê bi yekdengî hatine red kirin.

Yener dîyar kir ku jibo pêdeçûn ser berbjiarîyên Muharrem Înce û Kemal Kiliçdaroglu jî serlêdan çêbûne û redkirina wan jî bi yekdengî çêbûye.

Li gor biryara YSK’ê jibo berbijarîya serokomarîyê Recep Tayyîp Erdogan, Muharrem Înce, Kemal Kiliçdaroglu û Sînan Ogan hatine pejirandin.

Cîhên berbijaran yên di lîsta dengdanê de dê roja Şemîyê bi pişkavêtinê dîyar bibe.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG