Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya Tirkîyê dê sibê Çarşemê lîstên dawî yên berbijarên parlamanterîyê ragihîne.
YSK di 15’ê Nîsanê de lîsta demkî ya berbijarên parlamanterîyê ragihandibû.
Li gor ragihandina YSK’ê, 24 partîyên sîyasî û 152 berbijarên serbixwe dê herin hilbijartinê.
Agahîyên YSK’ê raber dikin ku hejmara hilbijêran 64,1 mîlyon e.
Ji wan hilbijêran 4,9 mîlyon kes dê cara pêşî herin ser sindoqan.
Jêder: YSK